Ji Îmralîyê 2 Salin Agahî Nayên Girtin – 25.03.2023

 

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

  Ev  bû 2 sal e, em ji muwekîlên xwe yên di Zindana Girava Îmraliyê de ne, ji Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Hamîlî Yildirim û Birêz Veysî Aktaş agahî nastînin. Wek raya giştî jî dizane herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de bi Birêz Ocalan û bi Birêz Yildirim re axaftinek li ser telefonê pêk hatibû û axaftina ku Birêz Ocalan bi birayê xwe re dikir di nava çend deqeyan de di carek de hat birîn. Ji wê rojê heya îro hemû serlêdanên zagonî, îdarî û demokratîk rê venekirin ku em bigihîjin muwekilên xwe. Ji ber ku me ew qet ziyaret nekiriye û bi tu awayî me bi wan re têkiliyek dananiye, di serî de em ji rewşa wan a tenduristiyê, mercên girtinê û rewşa wan a hiqûqî bi tu awayî ne agahdar in.

 

Ev du sal e tam 274 car ji bo hevdîtinan serîlêdana parêzeran li gel Ofîsa Dozgeriya Giştî ya Bursayê û Gerînendeya Zîndana Girava Îmraliyê çêbûye û 118 caran jî malbat ji bo ku hevdîtinan pêk bînin serîlêdanên xwe kirine lê tu encam nehatiye bidestxistin. Ji ber îxlalkirina mafên netew û navnetewî, serîlêdanên edlî û îdarî yên ku li Dadgeha Makeqanûnî hatin kirin jî bêencam man. Sazî û dezgeyên darazî bi biryarên xwe divê parastina mafên muwekîlên xwe û dawî li pêkanînên dijî zagonî bianîna lê wisa kirin ku tecrîda Îmraliyê veguheriya şkence û kirinên dijmirovî. Bi vî awayî lingên tecrîdê yên din ava kirin.

Heke îro em ji Birêz Ocalan û ji muwekilên xwe yên din agahî nastînin, ev bi tu madeya zagonî û hiqûqî nayê îzahkirin. Qutbûyîna hemû tekiliyên wan ji cihanê û ji civakê, ji parastina hiqûqî kêmhiştin û pê re jî bêkontrolî û di bin şertên bêpêşbînî de girtin; sepandineke dijmirovî ye ku tê wateya şkenceyê. Ji ber vê yekê bi armanca ku tecrîd ji holê rabe bi daxwaza tedbîrî serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatibû dayîn. Komîte pêşî daxwaza tedbîrî qebûl kiribû û di Rezbera 2022’an de ji hikûmetê; “Ev rewşa ku serîlêdêr bi ‘girtina incommunicado’ re merûz mane bê bidawîkirin û parêzerek ku serîlêdêr hilbijêrin zûka û bêastengî têkilî dikaribe deyne.” daxwaz kiribû. Ji ber ku hikûmet vê daxwazê bi cih neanî di Rêbendana 2023’an de carek din ‘daxwaza lezgîn’ hatibû bibîrxistin. Herçiqas pêvajoya esas ya serîlêdanê didome jî biryara tedbîrê dide nîşandan ku mercên Îmraliyê li gorî qedexebûna şkenceyê nîn in û divê demildest dev ji van mercan bê berdan.

Lê belê dewleta ku girêdayê peymanên navnetewî ye, biryara tedbîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî nas nekiriye, li gor vê gavan neavêtiye, li hember serîlêdanên parêzer û malbatan astengiyan ranekiriye û bêtêkilya teqezî domandiye. Herçiqas di derheqê Birêz Ocalan û tecrîda Îmraliyê de ev biryarên ku wek navnetewî tên girtin girîng be, ku dewlet li gorî van biryara tevnegere ew jî ewqasî dij hiqûq e û polîtîk e.

Polîtîkayên dewletê yên Îmraliyê siyaseta li Tirkiyê û li Rojhilata Navîn jî nîşan dide. ji dêleva polîtîkayên aştî û demokrasiyê ve sepandina polîtîkayên ewlehiyê di her hêlî de bendbendiyê, qrîz û kaosê hildiberîne. Vê rewşê rehendê pirsgirêka kurd a herêmî û kûrewî  nîşan dide û bi neçareserkirina wê re ji nêzî ve bi eleqe ye. Çiqas neçareserkirin bi kûr ve diçe ewqas rewşa tecrîdê jî bi kûr ve diçe. Yan jî heta ev pergala tecrîdê were domandin dê ne pirsgirêka kurd were çareserkirin ne jî pêşketineke demokratîk dê çêbe.

Bi kurtasî hebûna tecrîda li Îmraliyê, jiholêrakirina hiqûq û demokrasiyê ya li Tirkiyê ye. Ev rewş bandora xwe dide ser nirxên aborî û manewî ya civakê û bandoreke neyînî ya domîne çêdike li ser xebatên civakî, siyasî û qadên jiyanê yên din.

Ji bo welatekî û erdnîgariyekî jiyanxweş, divê pirsgirêka kurd bikeve rêyeke çareseriyê û pergala tecrîdê ya Îmraliyê di nava dîrokê de heta hetayê were binerdkirin. Ji derketina vê qrîzê rêya herî baş a Birêz Ocalan e ku demokrasî û hiqûqa gerdûnî ya çarçoveya polîtîk a bingehîn diyar kiriye.

Heke em dubare bikin, ligel ev biryarên çawanî yê navnetewî, dîsa jî ev du sal e ku agahî nehatiye girtin, di derheqê mercên tenduristî û mercên din ên girtîbûnê de tunebûna agahiyan ji bo me rewşeke xeternak e. Ev fikar demildest divê ji holê rabin. Biryara tedbîrê ya Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyîn divê demildest bi cih were anîn û di serî de parêzerên muwekîlan divê serdanên xwe bikin, û mafên peymanên zagonî û navnetewî divê pêk werin û parastina van mafan bên ewlekirin. Bi vê zanetî û hêviyê em hemû raya giştî ya demokratîk vedixwînin vê hesasiyetê. 25.03.2023

BUROYA HIQÛQÊ YA ASRINÊ