NAMEYA ME YA VEKIRÎ JI BO WEZÎRÊ DADÊ
Birêz Bozdağ,
Tevî hemû hewldanên me jî 720 roj in em tu xeberê ji muwekîlên xwe birêz Abdullah Ocalan, birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de ne, nagirin. Me herî dawî di 25’ê Adarê de, di şert û mercên pandemiyê de ku li tevahiya cîhanê qutifandibû, , xeber ji muwekîlên xwe girtine. Ew jî bi rêya telefonê ya bi malbatên xwe re ku ev hevdîtin jî hevdîtineke nîvcomayî bû. Di heman demê de, birêz Ocalan di vê hevdîtina duduyan a bi rêya telefonê de (ku di 24 salên li Îmraliyê de heya niha du caran bi rêya telefonê hevdîtin kiriye) ji birayê xwe re bi taybetî gotibû, ew dixwaze sûdê ji mafê xwe yê qanûnî yê hevdîtina bi parêzeran re bigire. Me jî, wekî parêzerên wî, ji bo ev tecrîda bêhiqûqî û dijmirovahiyê ji holê bê rakirin, çi di warê neteweyî û çi jî di warê navneteweyî de serî li hemû meqamên edlî û îdarî yên têkildar da. Ev serlêdanên me hê jî didomin.
Di sala 2019’an de, di dema grevên birçîbûnê de ku paşê veguherîn rojiya mirinê û hatin asteke krîtîk û gelek kesan ji bo şermezarkirina tecrîdê dawî li jiyana xwe anî, selefê we Wezîrê Dadê li ber kamerayan gotibû li Îmraliyê tu astengî li ber hevdîtina bi parêzeran re tune ye. Di sala 2019’an de pênc hevdîtinên parêzeran çêbûbûn û birêz Ocalan ketibû dewrê û pêşî li ber bi sedan mirinên gengaz girtibû û careke din dilê civakê rihet bûbû. Hevdîtina bi parêzeran a dawî ya li Îmraliyê, di 7’ê Tebaxa 2019’an de çêbû. Lê tevî gotina Wezîrê Dadê yê wê demê jî, çar sal in çûna parêzeran a Îmraliyê qedexe ye.
Em parêzerên wan û malbatên wan, ji 25’ê Adara 2021’ê ve bi tu awayî xeberê ji Îmraliyê nagirin. Em nizanin bê li wir çi diqewime û çi dibe. Hûn xwe disipêrin kîjan maf û qanûnê ku hûn girtîgehekê û çar girtiyên siyasî yên kurd ên di wê girtîgehê de di van şert û mercan de asê dikin û pêwendiya wan a bi derve re bi temamî qut dikin?
Birêz Wezîr,
Di 6’ê Sibatê de li welatê me karesateke erdhejê ya mezin çêbû. Li gor hejmarên fermî di ser 48.000’an re welatiyên me jiyana xwe ji dest dan, bi deh hezaran jê di bin kavilan de man û birîndar bûn. Bi sed hezaran welatiyê me bê cih û war man û ji bêgavî koç kirin. Li girtîgehên girêdayî wezareta we, ji bo girtî karibin hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin, mafê hevdîtina bi rêya telefonê ya pêvekî ji bo girtiyan esas hat girtin. Ev mafê ku di şert û mercên erdhejê de bi saîkên mirovî ji bo girtiyan esas hat girtin, ji bo muwekîlên me yên li Îmraliyê esas nehat girtin! Çendî malbatên her çar muwekîlên me li herêmên erdhejê dimînin. Lê dîsa jî ev yek nehat kirin.
Lewma em dixwazin bipirsin; Qey Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê ne girtîgeheke girêdayî we ye? Qey li Îmraliyê rejîmeke cuda an jî hiqûqa welatekî din tê pêkanîn? Mesela, çima girtiyekî li Girtîgeha Sîlîvriyê telefonî malbata xwe ya li Rihayê ku herêma erdhejê ye, dike û aqûbeta malbata xwe û hezkiriyên xwe hîn dibe, lê yên li Îmraliyê hema carekê jî nikarin bi rêya telefonê li malbatên xwe bigerin? An jî em bi vî awayî bipirsin; ji xeynî Girtîgeha Îmraliyê, girtîgeheke din a girêdayî wezareta we heye ku çil û sê mehan parêzer an jî parêzvanên mafên mirovan neçûnê? Li girtîgeheke girêdayî wezareta we, girtiyekî ku 717 roj in hevdîtin bi malbata xwe û parêzerên xwe re nekiribe heye?
Birêz Wezîr,
A rast em wekî hiqûqnas baş dizanin, tu bersiveke maqûl a van pirsan tune ye ku bi tu hiqûqê bê ravekirin. Ji lew re biryarên DMME’yê û raporên Komîteya Pêşîgirtina Li Îşkenceyê li holê ne. An jî bi heman awayî hûn dizanin ku rewşa 24 salan a li Îmraliyê tenê ji binpêkirina rêgezên sereke yên wekî qedexeya cihêkariyê an jî qedexekirina îşkenceyê û muameleya xirab ên di PMME’yê de pêk nayê. Meseleya sereke, helwesta hikûmeta we ya li hemberî meseleya kurd û birêz Ocalan e. Ku birêz Ocalan di çareserkirina meseleya kurd de dikare rolekî mezin bilîze. Mesele, derî “pergala hiqûqê”, li qadeke nediyar û nepênasekirî, di statuya dîlgirtinê de girtina muwekîlên me ye. Ev girtîgeh wekî tê dîtin an jî li ser kazexê di bin berpirsiyariya we de ye. Gelo hûn ê kengî dawî li vê statuya dîlgirtina muwekîlên di vê girtîgehê de bînin? Belkî jî pirsa sereke ya ku divê bê pirsîn ev e. Gelo wekî wezîrekî dadê hûn hay ji berpirsiyairya xwe hene? 14.03.2023
BUROYA HIQÛQÊ YA ASRINÊ