Rapora Tespîtê Ya 2022 yan A Der Barê Bınpêkırınên Mafan Ên Lı Gırtîgeha Îmralıyê Û Şert Û Mercên Gırtîgeha Îmralıyê – 15.02.2023

RAPORA TESPÎTÊ YA 2022YAN A DER BARÊ BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ Û ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ

 DESTPÊK

Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa Fyê, girtîgeheke giravê ya yekkesî ye ku di Sibata 1999’an de bi neçalakkirina hiqûqa navxweyî û hiqûqa navneteweyî ji bo muwekîlê me birêz Abdullah Ocalan hatiye avakirin. Ji wê rojê heya niha bi statu û pêkanîneke xisûsî tê birêvebirin. Muwekîlên me yên ku li vir tên girtin; birêz Abdullah Ocalan 24 sal in, birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş jî 8 sal in di rejîma înfaza girankirî de ku em jê re dibêjin “Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê”, di şert û mercên tecrîdeke awarte de tên girtin.

Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê, ji roja ku hatiye avakirin heya niha, bûye cihekî ku maf û azadiyên bingehîn bi awayekî sîstematîk lê tên binpêkirin. Di rewşa heyî de mafên hevdîtina bi parêzeran, mafên hevdîtina bi malbatê û mafên bi rêya telefon, faks, name û hwd. û pêwendîdanîna bi derve ya muwekîlên me ku bi destûra bingehîn, peymanên navneteweyî û qanûnan hatine mîsogerkirin, bi temamî ji holê hatine rakirin.

Ji 25’ê Adara 2021ê heya niha, tevî hemû hewldanan jî bi tu awayî XEBER ji muwekîlên me NEHATIYE WERGIRTIN. Lewma di sala 2022yan de der barê tenduristî, şert û mercên girtîgehê, rewşa hiqûqî û tiştên din ên bi vî rengî de yên birêz Ocalan û muwekîlên me yên din, tu agahî bi dest neketine. Ev yek kiriye ku fikar gelekî zêde bibin. Rewşa xebernegirtinê ku hê jî didome, 22 meh li dû xwe hiştin.

(…) Berdewama raporê bi word û pdf li jerê.  

Rapora Girtîgeha Girava îmralîyê Ya Sala 2022 yan

Rapora Girtîgeha Girava îmralîyê Ya Sala 2022 yan